1. ENGLISH
Haberler > Vexwendina Civîna Amed’ê

Vexwendina Civîna Amed’ê

26 Şubat 2013
Vexwendina Civîna Amed’ê
 
Kaos GL, civîna duyemîn ya Koma Parêzerê Dijberîva Cudatîya Mêla Zayendî û Nasnameya Zayendî 2 Adar 2013’ê Baroya Amedê pêktîne.  
 
Perwerdekar Prz. Veysel Ok, Parêzer Fırat Söyle, Parêzer Rozerin Seda Kip, Parêzer Ahmet Toköz, Parêzer Hayriye Kara wê beşdarê civînê bibin. 
 
Civîn wê li ser pirsgîrekên LGBT’yan ên dadmendi rûdan-dahûrandin pêkwere. Civîna li İzmirê mijarên civînê babet karkirin: Pêvajoya derbazîya Transê, Pêvajoya Rapor Sitandinê – Leşkerî, azadîya vegotin û birêxistinê, Tawanên Kerhê, Jîyana Xebatê, Mafê Sitarbûnê – Morkirina Malan, zagonên qisûr, îşkence û zordarî ye.
 
Hûn ji dikarin nameyekê binivsînin û bişînin navnîşana hukuk@kaosgl.org ku beşdarê Koma Parêzerê Dijberîva Cudatîya Mêla Zayendî û Nasnameya Zayendî bin.
 
Kaos GL da Koma Parêzerê Dijberîva Cudatîya Mêla Zayendî û Nasnameya Zayendî
Kaos GL ji sala 2007 heta niha binpêkirin û zêdagavîya li ser mafê mirofan di şopîne û li ser van bûyeran raporan pêk tîne.  
 
Armanca me, li hêlekê şopandina îşkence, zordarî, mafên jîyanê û mafên mehremîyê, li hêla din jî di nav pêvajoya dadrêzîyê de şopandina pinpêkirina van mafane.
 
Di nav van şopandin û raporên li ser zêdegavîyên li hember mafên kesên li nav LGBT’da pêk tên pirsa me a herî mezîn edalete. Lewre sûcên li hember kesên di nav LGBT de hemû gava bê tawan di mînin.
 
Kesên li nav LGBT hem ji ber tirsa aşkere bûnê û hem jî di zanin kû encam bi awayekê dadwer pêk nayê serî li dadgehan nadin. Kesên li nav LGBT di zanin kû serlêdanan li dadgehan bikin jî hêna di serî de ji ber mêl û nasnameyên xwe ên zayendî wê bi cûdahîyê rûbirû bimînin û tû car edalet pêk nayê. Hêj li serî da xwe ketî di bînin û pêvajoya darazê bi vî rengî dest pê dike.
 
Li vê hêlê da astengîyek herî mezin jî ewe kû hejmara parêzerên di vê mijarê de bihîs gelek kêm in û li navbera ew Parêzerên li vê hêlê de di xebitin parvekirina agahî û azmûn gelekî kêm e. Ji ber van hemû pêvajoyan kesên di nav LGBT nikarin xwe bigihînin dadê.
 
Em dixwazîn li gel koma Parêzeran a li dijî homofobî û transfobîyê û ew kesên dixwazin li vê qadê bixebitin li navbera xwe de agahî û azmûnên xwe bi hev parvebikin û komekê bi vî avayî bê damezirandin.
 
 Di naveroka xebata li dijberîya transfobî û homofobîyê, Enqere, Stenbol, İzmîr, Amed, Edene û Mêrsînê li gel wan Parêzerên li qada LGBT bixwazin bi xebitin Civînên Dozên LGBT wê pêk werin.
 
Di van civînan de armanca me ewe kû di bin xebatên dezgehan de kiryarên li navbera peymanên navnetewî û dada netewî eşkere bibin, li ser içtîhatên AHİM, minakên dozên li Tirkîye, pirsgirêkên van dozan da li navbera parêzeran parvekirina agahî û azmûna ye.